Polîsa Kerkûkê: Kesên ku teqe li xwepêşanderan kirine, dê lêpirsîn bi wan re bê kirin
Rêveberê Polîsa Kerkûkê radigihîne, soz ji wan re hatiye dayîn ku di nava 2 rojên bê de rewşa Kerkûkê asayî bibe. Herwiha got: “Kesên ku teqe xwepêşanderan kirine, lêpirsîn bi wan re tê kirin.”
Rêveberê Polîsa Kerkûkê Kawa Xerîb di konferanseke rojnamevanî de ragihand, hemû aliyên siyasî û serkirdayetiya Iraqê ji bo aramkirina rewşa Kerkûkê di gotûbêjan de ne, soz hatiye dayîn ku di nava 2 rojên bê de rewşa Kerkûkê asayî bikin.
Herwiha Kawa Xerîb got, hemû kesên ku gule berdane xwepêşanderan, dê lêpirsîn bi wan re kirin.
Rêveberê Polîsa Kerkûkê da zanîn, “Em ê daxwazên kurdan bilind bikin da ku çareseriyek ji wan re bê dîtin.”
Piştî ku alîgirên Heşdî Şeibî li dijî radestkirina baregehên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji roja 28.08.2023an ve rêya Kerkûk-Hewlêrê girtine, welatiyên Kurd ên Kerkûkê îro Şemiyê 2ê Îlonê nerazîbûna xwe di xwepêşandanekê de nîşan didin û daxwaza vekirina rê kirin.
Berdevkê Polîsa Kerkûkê Amer Şiwanî ji K24ê re ragihand, di xwepêşandana welatiyên Kurd ên Kerkûkê de ku daxwaza vekirina rêya Kerkûk – Hewlêrê kiribûn, kesek şehîd bûye û 5 kesên din jî birîndar bûne.
K24
