• Tuesday, 17 February 2026
logo

16 leşkerên Sûrî hatine kuştin

Gulan Media September 2, 2023 Nûçe
16 leşkerên Sûrî hatine kuştin

Komên çekdar êrîşî ser wan kirine.

Li gor nûçeyeke rojnameya Ereb îro danê sibê li Bakûrê Laziqiyeyê komên çekdar yên opozîsyona Tirkiyeyê yên ku, ji aliyê Tirkiyeyê ve têne piştîvanî kirin êrîşî ser hêzên rejîma Sûriyeyê kirine.

Rojnameya Rûsye Elyûm jî diyar kiriye ku, di encama ev pevçûna han de yaku, li dola Rebîe ya li Bakûrê Laziqiyeyê pêk hatiye herî kêm 16 leşkerên Sûrî hatine kuştin û 5 leşkerên din jî birîndar bûne.
 

Top