• Tuesday, 17 February 2026
logo

Serokwezîr peyamek bo raya giştî belav kir

Gulan Media September 2, 2023 Nûçe
Serokwezîr peyamek bo raya giştî belav kir

Daxwaza parastina can û malên welatiyan dike.

Derbarê aloz bûna rewşa Kerkûkê de Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek belav kir ku, ev jî naveroka vê peyamê ye;

Bi tundî hewldan û liv û tevgerên têkder yên dijî demokrasî û bihevre jiyana aştiyane ya li Kerkûkê dikim, şehîd kirin û birîndar kirina welatiyên Kurd jî ku, ji aliyê kesên şovenîst ve êrîşî ser wan hatiye kirin dikin.

Daxwaz ji Serokwezîrê federalî dikin bilez rewşa heyî ya nexwestî kontrol bike, can û mala welatiyan û xwepîşanderan biparêzin û ji vê zêdetir rê bi kesên naberpirs nede rewşa heyî aloztir bikin.

Hevdem daxwaz ji welatiyên Kurd yên stem lêkirî jî idkin bêhna xwe fire bikin û xwe ji her cure bersifdayîneke tund bidûr bigirin. Daxwaz ji welatiyên erebên resen yên Kerkûk û tirkmanan jî dikin rê bi xelkên biyanî nedin daku, aştî û bihevre jiyana navbera pêkhateyan têk bibin.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

 

Top