• Tuesday, 17 February 2026
logo

Rewşa Kerkûkê têk çû welatiyekî Kurd hate şehîd kirin

Gulan Media September 2, 2023 Nûçe
Rewşa Kerkûkê têk çû welatiyekî Kurd hate şehîd kirin

Komên çekdar êrîşî ser wan kirine.

Ev çend roje hin aliyên Ereb û Tirkiman li dijî vegeriyana partiya demorkata Kurdistanê, dest bi çalakiyeke rûnîştinê hatiye kirin û rêya Hewlêr û Kerkûkê jî ji aliyê wan kesan ve hatiye daxistin.

Êvara îro jî şêniyên Kurd yên li Kerkûkê bo vekirina rêya han daketin qadan lê kesên ku, di çalakiya rûnîştinê de beşdarin li gel hêzên ewlekarî yên Îraqê êrîşî ser welatiyên Kurd kirin û di encam de welatiyekî Kurd hate şehîdkirin û zêdetir ji 10 welatiyên din jî birîndar bûne.

Pevçûnên li Kerkûkê hîn didomin û qedexeya hatûçûyê jî hatiye ragihandin.

ji aliyeke din ve her îro dan êvarê komeke ereb û tirkman li Kerkûkê êrîşî ser tîmeke hawar hatinê ya polîsê Hewlêrê kir ku, li ser daxwaza Serokwezîrê Îraqê dixwest biçe Kerbelayê.

 

 

Top