• Tuesday, 17 February 2026
logo

Serok Barzanî sersaxî li malbata helbestvan Kerîm Iraqî kir

Gulan Media September 2, 2023 Nûçe
Serok Barzanî sersaxî li malbata helbestvan Kerîm Iraqî kir

Serok Barzanî ji ber koça dawî ya helbestvan Kerîm Iraqî peyameke sersaxiyê arasteyî malbat û hevalên wî yên hunermend kir.

Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe de diyar kir: “Em sersaxiyê li malbata wî û helbestvan û hevalên wî yên hunermend dikin. Xwedayê mezin giyanê wî bi bihiştê şad bike û sebr û aramiyê bide her kesî.”

Peyama sersaxiyê ya Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi xemgîniyeke mezin ve, min nûçeya koça dawî ya helbestvanê mezin Kerîm Iraqî bihîst, ku mora xwe ya diyar di warê edeb û hunerê de hiştiye û bi rêya berhemên xwe, xizmeta doza gel û welat kiriye.

Em sersaxiyê li malbata wî û helbestvan û hevalên wî yên hunermend dikin. Xwedayê mezin giyanê wî bi bihiştê şad bike û sebr û aramiyê bide her kesî.

Înna Lîllah We Înna Îleyhî Racîûn (Em ji Xweda hatin û em ê dîsa vegerin cem wî)

1ê Îlona 2023an

 

 

K24

Top