Yildirim li ser anîna navê Kurdistanê daxuyaniyê dide
Namzetê Ak Partiyê yê Stenbolê Binalî Yildirim bi daxuyaniyekê bersiv da rexneyên "Bikaranîna navê Kurdistan" da ku di serdana xwe ya Diyarbekirê de bikar anîbû.
Yildirim da zanîn, navê Kurdistan di serdema Avabûna Komara Tirkiyê de, Mistefa Kemal Ataturk bikar anîye û bikaranîna wan jî, tiştekî normal e.
Serokwezirê Berê yê Tirkiyê Binalî Yildirim got: Ataturkî di destpêka avabûna Komarê de nûnerên Kurd wek Mebusên Kurdistan binav kiribû.
Namzetê Stenbolê dibêje: Mafê kesê nîn e Kurdan wek welatiyên asta duyem nîşan bide, Kurd welatiyên bingehîn ên vê komarê ne û dê biratiya me ligel Kurdan berdewam be.
