Helly Luv: Serkeftina Nêçîrvan Barzanî serkeftina hemû Kurdan e
Stranbêja navdar a Kurd Helly Luv ji Rûdawê Rûdawê re ragihand ku Serokê Hilbijartî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir di çareserkirina pirsgirêkan de kesayeteke gelek şareza ye.
Helly Luv got: “Berî her tişt ez pîrozbahiyê li Birêz Nêçîrvan Barzanî dikim. Ew kesayeteke ku pirsgirêkan diyar dike û dizanê dê wan çawa çareser bike. Ez dibînim ku ew ki axftinê zêdetir dixebite. Ez ji wî re serkevtinê dixwazim. Çimkî serkeftina wî serkeftina hemû gelê Kurd e.”
Nêçîrvan Barzanî roja 28ê Gulana 2019an bi piraniya dengên parlamenteran, weke Serokê Herêma Kurdistanê hat hilbijartin û biryar e roja 10ê Hezîrana 2019an bi merasîmekê sonda yasayî bixwîne.
Rudaw
