• Saturday, 14 February 2026
logo

Iraq sedemên vêketina agir bi dexl û danê cotkaran aşkere dike

Iraq sedemên vêketina agir bi dexl û danê cotkaran aşkere dike
Rêveberiya Giştî yê Berevaniya Şaristanî ya Iraqê sedemên vêketina agir û şewitandina dexl û danên cotkaran aşkere dike û radigihîne, li 35 cihan agir bi qest hat vêxistin.

Di daxuyaniyekê de Rêveberiya Giştî yê Berevaniya Şaristanî ya Iraqê ragihand, ji dîroka 8ê Gulanê ve li çend parêzgehên Iraqê agir bi ceh û genimên cotkaran ket û hejmarek ji wan agiran bi qest hatin şewitandin.

Diyar kir, sedema vêketina agir bi vî awayî bû: li 35 cihan bi qest bûn. li 74 cihan bi sedema kebil û kehrebê bûn. li 25 cihan bi sedema çîkên deraseyan bûn. li 22 cihan bi sedema avêtina paşmayên cugereyan bûn. li 32 cihan ji ber sedemên derveyî bûn û li 84 cihan sedem nehatine zanîn.

Diyar kir jî, ji roja 8ê Gulanê ve û heta dîroka daxuyaniyê, zêdetir ji 40 hezar Donim hatine şewitandin. Rê li pêş şewitandina 992 hezar Donim jî hat girtin û ji agir hatine rizgarkirin.

Ev di demekê de ye, piraniya dexl û danên cotkarên Kurd li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê hatine şewitandin.

Cotkarên Kurd jî Erebên hatine navçê, şovenîzm û tundrewan tometbar dikin ku bi qest genim û cehên wan şewitandine, ji bo ew ji cih û warên bav û kalên xwe koçber bibin.

Rudaw
Top