• Friday, 13 February 2026
logo

Berpirsekî YNKê daxwaz ji Serok Barzanî dike PDK û YNKê li hev bicivîne

Berpirsekî YNKê daxwaz ji Serok Barzanî dike PDK û YNKê li hev bicivîne
Berpirsekî YNKê daxwaz ji Serok Mesûd Barzanî dike, PDK û YNKê li hev bicivîne û arîşeyên navbera wan çareser bike.

Cîgirê sekreterê encumena navendî ya YNKê Zubêr Osman ji BasNewsê re got, sekinandina şer û êrişên medyayî di navbera PDK û YNKê de ji aliyê birêz Barzanî ve karekî gelekî baş bû. Ev destpêkek baş e bo ku piroseya siyasî û îdarî li Herêma Kurdistanê bikeve ser rêça xwe.

Zubêr Osman her wiha got, birêz Mesûd Barzanî gelekî nêzîkî Serok Mam Celal bû. Ji ber wê jî ez daxwaz ji wî dikim polîtburoyên PDK û YNKê li hev bicivîne û arîşe û nakokiyên navbera wan çareser bike da ku hikûmeta nû zûtir pêk were.

Basnews
Top