Amerîka du meh derfet dide Tirkiyeyê
Patrick Shanahan di nameya han de ji wezîrê berevanî yê Tirkiyeyê re bi eşkere gotiye: Tenê du meh derfeta we heye daku rêkeftina kirîna mûşekên S400 hilweşînin.
Shanahan herwiha eşkere kiriye ku eger Tirkiye rêkeftina xwe ya li gel Rûsyeyê hilweşîne vê demê vê Amerîka û endamên din yên NATOê pêdiviyên Tirkiyeyê dabîn bikin.
Shanahan di berdewamiya nameya xwe de bi eşkere nivîsandiye: Eger Tirkiye di nava du mehan de rêkeftinê hilneweşîne vê demê vê Amerîka û welatên din yên endamên NATOê dorpêçan li ser Tirkiyeyê deynin ku yek ji wan dorpêçan jî der xistina Tirkiyeyê ji proje û bernameya balefirên F35 e.
Basnews
