• Saturday, 14 February 2026
logo

Ocalan daxwaza “derfetê” ji dewleta Tirkiyê dike

Ocalan daxwaza “derfetê” ji dewleta Tirkiyê dike
Rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan bi rêya birayê xwe Mehmet Ocalan peyameke nû belav kir û ragihand, divê hem dewlet û hem jî PKK ji bo çareseriyê rêkên nû bibînin. Ocalan gotiye, eger derfet hebe dikare hinek tiştan bike.

Birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan roja duyem a cejna Remezanê serdana girtîgeha Îmraliyê kiribû û bi wî re hevdîtin kiribû. Mehmet Ocalan naveroka wê hevdîtinê ji ajanseka nêzîkî PKKê re eşkere kiriye.

Bi gotina Mehmet Ocalan, rêberê PKKê li ser Rojavayê Kurdistanê û rewşa kurdan li Sûriyê gotiye, divê gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê ji bo azadiya xwe zêdetir xebat bike lê divê hemû gelên Sûriye tevlî vê têkoşîna azadiyê bibin. Divê ji bo yekitiya Sûriyê hemû gelên Sûriye jiyana hevpar ava bikin. Ger vê yekê bi pêş bixin û bi ser bikevin, ti hêz nikare bi wan…

Mehmet Ocalan daye zanîn ku Abdullah Ocalan bal kişandiye ser girevên birçibûnê û diyar kiriye: "Çalakiyên gireva birçîbûnê rêbazeke têkoşînê ye. Lê ev heta cihekî ye. Piştî demekê eger ku berdewam bike zirarê dide bedenê. Ji ber vê yekê divê çalakiyên gel ên demokratîk bên pêşxistin. Tirkiye ketiye pêvajoyeke xitimî. Ji ber vê yekê dewleta Tirkiye bi polîtîkayên înkar û îmhayê nikare encam bistîne. Ji ber ku Tirkiye nikare bi polîtîkayên înkar û îmhayê encam bistîne, divê hem dewlet û hem jî PKK ji bo çareseriyê li rêkên nû bigerin. Divê rêbazên nû bi pêş bixin. Li ser kuştin û mirinê çareserî pêk nayê. Ji bo çareseriyê aştiyeke birûmet girîng e. Ji ber vê yekê divê rê û rêbazên ku aştiya birûmet ava dikin, bi pêş bixin. Polîtîkayên îmhayê ne çareserî ne.”

Abdullah Ocalan bal kişandiye ser rêya çareseriyê û destnîşan kiriye: "Eger derfet bên dayîn ev rêya ku xitimiye, dê vebe. Eger ku derfetê bidin, em dikarin vê rêyê vekin. Ev tişt bi şer û kuştinê çareser nabe.”

Ocalan di bersiva vê pirsa birayê xwe de, gelo piştî rakirina qedexeyê parêzerên wî dikarin pê re hevdîtin bikin yan na jî gotiye: "Ne ez dikarim bibêjim hemû rêyên hevdîtinê hatine vekirin û ne jî dikarim bibêjin hemû hatine girtin. Divê em hinekî li hêviyê bimînin. Ger ku hin kanal bi temamî vebin wê ev ji bo her kesî erênî be. Lê ger ku rê bên girtin dê ji bo her kesî wêraniyê bîne.”

Balkêş e ku Ocalan qet behsa hilbijartinan bi taybet hilbijartinan Stenbolê nekiriye.

Basnews
Top