• Saturday, 14 February 2026
logo

HPGê nasnameyên pênc gerîlayan eşkere kir

HPGê nasnameyên pênc gerîlayan eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameyên pênc gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dane, eşkere kir.



Li gor daxuyaniya HPGê, di 2ê Hezîranê de li deverên Avaşîn û Xwakurk pênc gerîlayên PKKê di şer û pevçûnên li hember hêzên leşkerî yên Artêşa Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dane.



Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameyên pênc gerîlayan eşkere kir, ku yek ji wan keç û çar jî kur in.



Wezareta Berevanî ya Tirkiyê li ser hesabê xwe yê twitterê ragihandiye ku li deverên Xwakurk di roja dehan a operasyonê de du gerîlayan jiyana xwe ji dest dane û bi vê yekê ji destpêka operasyonê ve hejmara gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dane, gihiştiye 46 kesan.



Navenda Ragihandina HPGê jî berî niha kuştina 15 leşkerên Artêşa Tirkiyê li Xwakurk, Girê Lîlkan, Avaşîn û Zapê ragihandibû. Herwiha eşkere kiribû ku du gerîlayan jiyana xwe ji dest dane.

Rudaw
Top