Efrîn.. 2 xortên Kurd bi guleyan hatin kuştin
Jêderekî ji Efrînê ji K24ê re ragihand, îro danê sibê demjimêr 7:30 du xortên Kurd ên ji gundê Şêx Êmo ne û li Efrînê rûniştine, dema ji bazara navçeya Raco dihatin Efrînê, termên wan li deşta Kitix li nêzîkî Pira Mêjkê kuştî hatin dîtin.
Wî jêderî da zanîn, Ebdilrehamn Bilal Şêx Ehmed yê 38 salî û Henan Henan Husên ku her du karê kirîn û firotana sewzeyan dikin, dema berbangê ji Efrînê derketin û çûn bazara Raco ji bo sewzeyan bikirin û li vegerê li deşta Kitix li nêzîkî Pireya Mêjkê, termê wan kuştî hatin dîtin.
Diyar kir jî, ew her du xort destê wan girêdayî bûn û gule li serê wan ketibûn û ti nîşaneyên ku ew her du xort rastî dizînê hatibin nînin.
Amaje bi wê yekê jî kir, cihê ew xort lê hatine kuştin 700 metro ji rêbenda grûpa Ehrar El Şerqiyê ya li çatrêya gundê Kemrûkê û 500 metro ji rêbenda Cehbe El Şamiyê ya li çatrêya Mabeta dûr e.
Wî jêderî got: Niha termê wan her du xortan li cem grûpên çekdar ên li Efrînê ne û ew dibêjin ku dê lêkolînê di derbarê kuştina wan de bikin.
Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve di 18ê Adara 2018an ve, rêbendên grûpên çekdar li her çatrêyeke Efrînê hatine danîn, lê çalakvanên Efrînê wan grûpên çekdar tometbar dikin, ku ew bi mebest rewşa ewlehiyê têk didin, ji bo xelkê Efrînê neçar bibin û ji Efrînê koçber bibin.
K24
