• Saturday, 14 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî.. Çar salên siberoja peywendiyên Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî.. Çar salên siberoja peywendiyên Kurdistanê
Navenda Lêkolînê ya Rûdawê îro li bajarê Hewlêrê panela "Nêçîrvan Barzanî, çar salên siberoja peywendiyên Herêma Kurdistanê" saz dike.



Berpirsê Navenda Lêkolînê ya Rûdawê ragihand ku sazkirina vê panelê ji bo wê yekê ye ku him pêgeha Herêma Kurdistanê di çarçoveya Rojhilata Navîn de û him jî bandora postê Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser peywendiyên çar salên siberojê yên Herêma Kurdistanê were gotûbêjkirin.



Peyamnêrê Rûdawê yê li Hewlêrê Ferhad Dolemerî ragihand ku biryar e îro di demjimêr 10:00ê de Navenda Lêkolînê ya Rûdawê panelek li jêr navê "Nêçîrvan Barzanî, çar salên siberoja peywendiyên Herêma Kurdistanê" saz bike, ku 10 panelîstên sereke dê biaxivin û raman û nêrînên xwe li ser çar salên karkirina Serokê hilbijartî yê Herêma Kurdistanê eşkere bikin.






Li ser armanca sereke ya sazkirina vê panelê, Berpirsê Navenda Lêkolînê ya Rûdawê Mamend Roje ragihand: “Sazkirina vê panelê ji bo wê yekê ye ku em him pêgeha Herêma Kurdistanê di çarçoveya Rojhilata Navîn de û him jî bandora postê Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser peywendiyên çar salên pêşerojê yên Herêma Kurdistanê gotûbêj bikin.”



Mamend Roje diyar dike: “Rehendeke Iraqî heye, ku peywendiyên Herêma Kurdistanê li nêrîna Iraqî ve çawa ye, ji bo vê mijarê me pisporekî Iraqê vexwendiye. Rehenda peywendiyên Herêma Kurdistanê li gel Komara Îslamî ya Îranê û Tirkiyê, me pisporên wan welatan vexwendiye, li Sûriyê jî dewlet hêdî bi hêdî cîgir dibe, îdareya Xweseriya Demokratîk heye, bandora wan peywendiyan li ser Herêma Kurdistanê û bandora Herêma Kurdistanê li ser wan peywendiyan, bi taybetî pêgeha Serokatiya Herêma Kurdistanê ji bo wan peywendiyan dê çawa be.”



Rûniştina Yekem



10:00 – 11:30



Beşdarên panelê:



Dr. Mezher Salih, Şêwirmendê Encûmena Wezîran a Iraqê

Dr. Turkî Hesen, Serokê Navenda Lêkolînê ya Dimeşqê bo Zanistên Stratejî

Dr. Sadiq Zîba Kelam, Akademîst û Pisporê Siyasî yê Îranî

Mehmet Vural, Serokê Navenda Lêkolînê ya DÎTAMê

Arêz Ebdullah, Endamê Serkirdetiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê

Ebduselam Berwarî, parlementerê berê û mamosteyê zanîngehê



Rûniştina Duyem



11:30 – 13:00



Beşdarên panelê:



Mihemed Xelîl Hiseynî, Lêkolîner û Şîrovekarê Urdinî

Hermîdas Bawend, Akademîst û Pisporê Siyasî yê Îranî

Karwan Akreyî, Endamê Partiya Demokrat a Kurdistanê

Aryan Rewf, Endamê Jûra Lêkolînên Siyasî ya Tevgera Goranê

Ziryan Rojhilatî, Endamê Navenda Lêkolînê ya Rûdawê

Rudaw
Top