• Saturday, 14 February 2026
logo

Buldan: Divê şandeyên siyasî jî serdana Ocalan bikin

Buldan: Divê şandeyên siyasî jî serdana Ocalan bikin
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Perwîn Buldan radigihîne, divê şandeyên siyasî jî bikaribin serdana Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bikin.

Perwîn Buldan ragihand, di peyamên Rêberê PKKê de demokratkirina Tirkiyê wekî armancekê hatiye destnîşankirin. Ocalan dixwaze Tirkiyê bike welatekî demokrat.

Hevseroka HDPê got: Heger pirsa Kurdî were çareserkirin, rêyên siyasî yên demokratîk werin vekirin û zindaniyên siyasî azad bibin, Tirkiye dibe welatekî demokrat. Lê ji bo vê yekê divê ne tenê parêzer û malabata Ocalan, divê şandeyên siyasî jî bikaribin biçin ba wî.

Buldan herwiha di çarçoveya krîza Sûriyê de bang li hikûmeta Tirkiyê jî dike û dibêje: Rêberê PKKê pirsa Sûriyê wekî xeta xwe ya sor destnîşan dike û divê hikûmeta Tirkiyê, dest ji siyaseta xwe ya li dijî Kurdên Sûriyê berde.

Top