Lijneya peyvendiyên derve: Wezîrê derve yê Almanya serdana herêma Kurdistanê dike!
Îro 08.06.2019ê berpirsê lijneya peyvendiyên derve û rewenda Kurdistanê li Parlamentoya Kurdistanê Rêbuwar Babkeyî ji basnewsê re ragehand, roja 10.06.2019ê demjimêr 11:00ê li gor vexwandina serokatiya parlamentoya Kurdistanê rûniştina parlamentoyê ya taybet ji bo merasîma sond xwarina serokê nû yê herêma Kurdistanê dê pêkbê.’’
Herwaha got: ‘’Salona parlamentoyê cîhê mêvanan tê de nake, ji ber wê li salona Saed Ebdula dê merasîm birêve biçe. ‘’mêvan jî li ser sê astan hatine vexwandin:
Yekem: Di asta navxwe ya Kurdistanê berpirsên partiyan, aliyan û kesayet hatine vexwandin.
Duyem: Di asta Iraqê de berpirsên îdarî, hikûmetê û partiyan hatine vexwandin.
Sêyem: Di asta dervey welat de jî berpirsên payebilind hatine vexwandin û li gel wê jî balyoz û konsolên welatan hatine vexwandin.
Îro wezîrê derve yê Almanya serdana paytexta Iraqê Bexdayê dike, derbarê pirsa gelo dê serdana Kurdistanê jî bike an na de jî Rêbuwar Babkeyî ragehand: ‘’Li gor zanyariyên min, wezîrê derve yê Almanya dê serdana herêma Kurdistanê jî bike.’’
Basnews
