Gotina-Kurdistan a Yildirim, MHP dilgiran kir
Şêwirmendê Ragihandina Partiya Nijadperest MHP Yıldıray Çiçek bersiva daxûyaniyên Namzetê Stenbolê Binalî Yildirim da û got: Bînalî Yildirim, bi gotinên Mebusê Kurdistanê û Lêborîna Tevkujîya Dersimê, xeletiyên mezin kirin e.
Şêwirmendê Ragihandina MHPê diyar dike: Cîhek bi nave Kurdistan û Dersimê nîn e. Ev daxûyaniyên Binalî Yildirim ji bo HDPê û PKKê, wekî vitamin ne.
Di daxûyaniyê de bal dikşîne ser hilbijartinên Stenbolê û dibêje: Ev dâxuyaniyên bi navê Kurdistan û Dersimê, dê xizmeta serkeftina Ekrem Îmamoglu bike.
K24
