• Saturday, 14 February 2026
logo

Gotina-Kurdistan a Yildirim, MHP dilgiran kir

Gotina-Kurdistan a Yildirim, MHP dilgiran kir
Partiya Nijadperest MHP bi daxûyaniyekê da zanîn: Gotinên Binalî Yildirim yên di derbarê Kurdistan û Dersimê de, xeletiyên mezin in.

Şêwirmendê Ragihandina Partiya Nijadperest MHP Yıldıray Çiçek bersiva daxûyaniyên Namzetê Stenbolê Binalî Yildirim da û got: Bînalî Yildirim, bi gotinên Mebusê Kurdistanê û Lêborîna Tevkujîya Dersimê, xeletiyên mezin kirin e.

Şêwirmendê Ragihandina MHPê diyar dike: Cîhek bi nave Kurdistan û Dersimê nîn e. Ev daxûyaniyên Binalî Yildirim ji bo HDPê û PKKê, wekî vitamin ne.

Di daxûyaniyê de bal dikşîne ser hilbijartinên Stenbolê û dibêje: Ev dâxuyaniyên bi navê Kurdistan û Dersimê, dê xizmeta serkeftina Ekrem Îmamoglu bike.

K24
Top