• Friday, 13 February 2026
logo

Başûr – Du pêşmergeyên Rojhilatî di rûdaneka tirafîkê de canê xwe ji dest dan

Başûr – Du pêşmergeyên Rojhilatî di rûdaneka tirafîkê de canê xwe ji dest dan
Partiya Komeleya Zehmetkêşan ya Kurdistanê (Rojhilat) ragihand, du pêşmergeyên wan di rûdaneka tirafîkê de canê xwe ji dest dane.

Partiya Rojhilatî ya bi navê Komeleya Zehmetkêşan ya Kurdistanê ragihandiye, duhî danê êvarê du pêşmergeyên wan di rûdaneka tirafîkê de li Başûrê Kurdistanê canê xwe ji dest dan.

Li gorî agahiyên wê partiya Rojhilatî, duh dema pêşmergeyên wan diçûn ser erka xwe di rê de otomobîla wan di navbera gundên Werê û Nuwawe li devera Bêtwate ya bajarê Ranya yê Başûrê Kurdistanê wergeriya û di encamê de du pêşmergeyên wan, jinek û zilamek, canê xwe ji dest dan û du pêşmerge jî giran birîndar bûn.

Navê yek ji wan pêşmergeyan Lîmo Kerîmî û navê yê din jî Zêûs Wekîlî bûye.

Basnews
Top