• Friday, 13 February 2026
logo

Keçeka DAIŞê revandibû li Sûriyê hatiye kuştin

Keçeka DAIŞê revandibû li Sûriyê hatiye kuştin
Xizmekî wê keça DAIŞê ew revandibû îro pêncşemê 06.06.2019an li qezaya Sêmêlê aşkere kiriye ew keça DAIŞê revandibû li Sûriyê hatiye kuştin û wan jî taziyeya wê danîne.

Amo Koço yek ji xizmê wê keça DAIŞê ew revandibû û kuştibû ji BasNewsê ra axivî û got: "Ew keça xelkê gundê me ye Koço ye li qeza Şingalê. Navê keça êzdî Îxlas Xalid e û li welatê Sûriyê hatiye kuştin nuke ji nû deng û basa kuştina vê keça revandîya êzdî gehiştiye xizmên wê. Me jî taziya wê danî. Ew kiça me ya êzdî digel malbata xwe li roja 15/8/2014 ji aliyê rêxistina terorîstên DAIŞê va hatibû girtin û revandin.”

Amo Koço amaje bi wê yekê jî kir ku ew li benda rizgarkirina wê keçê jî bûn. Lêbelê dema keçeka din a êzdî hatiye rizgarkirin ji wan ra gotiye Îxlas nemaye û rêxistina terorîstên DAIŞê ew kuştiye.

Basnews
Top