• Friday, 13 February 2026
logo

Ji Rojavayê Kurdistanê ve 13 Kurdên Êzidî bo Şingalê hatin vegerandin

Ji Rojavayê Kurdistanê ve 13 Kurdên Êzidî bo Şingalê hatin vegerandin
Dîtin û vegerandina Kurdên Êzidî bo cih û warê wan berdewam e û di vê çarçoveyê de 13 Kurdên Êzidî ji Rojavayê Kurdistanê ve bo Başûrê Kurdistanê û Şingalê hatin vegerandin.



Ew 13 kes li Kampa Holê ya li nêzîkî bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê hatine dîtin. Ew kes piştî şerê Baxozê ku DAIŞê têde ji hêzên HSDê şikest xwar û dawî pêgeha xwe li rojhilatê Sûriyê û Dêrezorê ji dest da, li Kampa Holê hatibûn bicihkirin, lê belê ji tirsa DAIŞiyên li nav kampê û ji ber egera metirsiya bo ser canê xwe, nedivêran ku nasnameya xwe ya êzidîbûnê aşkere bikin.



Ew 13 Kurdên Êzidî piştî nêzîkî pênc salan bi kes û karên xwe şa bûn.



Heft ji wan kesan zarok û şeş kesên din jî jin in. Yek ji rizgarbûyan dibêje, ew nizane piştî êrîşa DAIŞê şi hatiye serê malbat û xizm û kesên wê.



Hazim Hisên yek ji rizgarbûyên Kurdên Êzidî ye, ew ji Rûdawê re dibêje: “Em û dayikên me, em ji hev cudakirin û em anîne Reqayê û bi zorê em birin Helebê jib o şer û em fêrî çek û Quraanê dikirin.”



Ew kesên ku hatine dîtin û ji destê DAIŞê rizgar bûne, ji pênc gund û komelgehên ser bi qazaya Şingalê ve ne û hinek ji wan zimanê Kurdî ji bîr kirine.



Rizgarbûya destê DAIŞê, Yusra Mistefa ji Rûdawê re dibêje: “Me malbata xwe nedîtiye û birayê min nehatiye û ez tiştekî ji babe xwe û dayika xwe nizanim.”



Şaha Revo rizgarbûyeke din a Kurda Êzidî ye û ew jî dibêje: “Em ji Baxozê derketin û hatin Kampê û du mehan ez li kampê mam û min xwe radestî hevalan kir.”



Partiya Azadî û Demokratiya Êzidî (PADÊ) jî diyar dike ku wan du tîm li Rojavayê Kurdistanê pêk anîne daku li Kurdên Êzidî yên bêserûşûn bigerin.



Serokê PADÊ, Umer Saih ji Rûdawê re da xuyakirin: “Tîm ji jinan û xortan jî hene û heta niha jî me navên wan diyar nekirine û karê wan berdewam e. Hevalên me zehmetiyê dikişînin heya ku kesûkarên me rizgar bikin.”



Nêzîkî salekê ye ku 800 kes ji Kurdên Êzidî ji welatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê hatine dîtin û heya niha hejmarak ji wan bo Başûrê Kurdistanê û Şingalê hatine vegerandin.



Tê pêşbînîkirin ku 300 kesên din ji Kurdên Êzidî li Kampa Holê ya li Rojavayê Kurdistanê mabin.

Rudaw
Top