YNK ji bo civîna sûndxwarina Serokê Herêmê xwe yekalî dike
Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê, YNKê ta niha ne amade ye beşdarî merasîma sûndxwarina Serokê Herêma Kurdsistanê bibe, ku biryar e roja 10ê vê mehê li hola Seid Ebdulah li Hewlêrê birêve biçe.
Peyamnêrê K24ê da zanîn jî, biryar e sibe Encûmena Serkirdatiya YNKê li ser heman mijarê bicive û ji niha ve guftûgo di navbera PDK û YNKê de dûrî kamîreya ragihandinê hene.
Fraksiyona YNKê rûniştina Parlemantoya Kurdistanê ya 28ê Gulana bûrî ya tê de Serokê Herêma Kurdistanê hatiye hilbijartin baykot kiribû û PDKê jî dibêje, YNKê rêkeftina di navbera wan de binpê kiriye.
K24
