Rûsya: Nabe li Sûiryê mafên kurdan neyên li ber çavgirtin
Nûnerê Rûsya li Netewên Yekgirtî Vasily Nebenzya ragihand, di çarçova guftûgoyên asayîkirina rewşa Sûriyê de, nabe berjeweniyên gelê Kurd li ber cav neyin girtin.
Sefîrê Rûsyayê li NY Vasily Nebenza li ser rewşa Sûriyê û kurdên wî welatî ji K24 re gotiye, kurd beşek ji civaka Sûriyê ne, bêguman nabe di çarçova guftûgoyên asayîkirina rewşa Sûriyê de maf û berjewendiyên gelê kurd li ber çav neyên girtin.
Vasily Nebenza her wiha gotiye, Rûsya piştevaniya yekperçetiya xaka Sûriyê dike, hevdem jî piştevaniyê li her pêşveçûneke siyasî di navbera wî welatî û pêkhateyên wî de dike ku kurd jî beşek ji wan in.
Bi gotina wî dîplomatî Rûsî, pirsgirêka Sûriyê heta astekî hatiye çareserkirin û piraniya xaka wî welatî ji aliyê hikûmetê ve hatiye kontrolkirin. Lê di warê siyasî de hîn bi temamî çareser nebûye. Ti pirsgirêkek bi rêyên leşkerî çareser nabe.Niha şert û mercên wê yekê tên dirustkirin, ku pirose li rûyê siyasî ve jî bên asayîkirin. Ta cihê pêwîst, pirsgirêkên wî welatî bi rêyên leşkerî hatine çareserkirin.
Nûnerê Rûsya li Netewên Yekgirtî derbarê Rojavayê Kurdistanê de jî gotiye, pirsgirêkên bakûrê Sûriyê bi temamî yekalî nebûne û hêzên biyanî lê hene û ew ne li ser daxwaz û razemendiya Sûriyê hatine. Me pirsa terorê li Sûriyê çareser kir, lê asayîkirina rewşa siyasî demeke zêdetir dixwaze.
Basnews
