• Friday, 13 February 2026
logo

Hejmareke mezin ji koçberên Ereb li Rojavayê Kurdistanê dimînin

Hejmareke mezin ji koçberên Ereb li Rojavayê Kurdistanê dimînin
Ji sala 2011an ve welatiyên Sûriyê ji parêzgehên Heleb, Hema, Hims, Reqa û Dêre Zorê ji cih û warên xwe koçber bûne û piraniya wan kesan li Rojavayê Kurdistanê dimînin, ew jî ji ber ku Rojavayê Kurdistanê ji navçeyên din aramtir e.



Niha hejmareke mezin ji wan koçberan li Cizîrê bicih bûne û di warên cuda cuda de kar dikin û pê debara jiyana xwe dikin.



Tê texmînkirin ku 500 hezar koçber li herêma Cizîrê hebe, lêkolerên Kurd jî dibêjin hejmara wan ya mezin, metirsiyê li ser guhertina demografîka Kurdistanê çêdike.



Ji destpêka krîza Sûriyê ve, hejmara welatiyên Ereb ên koçber, li bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê bêhtir dibe.



Pêlên koçberiyê ji sala 2011an ve, ji navçeyên Idlib, Hema, Hims, Heleb, Reqa, Tebqa û Dêre Zorê, destpê kir û niha piraniya wan koçberan li deverên cuda cuda ji Rojavayê Kurdistanê, bicih bûne û beşekî mezin ji wan, bûne xwedî projeyên kar û bazirganiyê.



Sedema wê arastebûnê ew bû, ku navçeyên Rojavayê Kurdistanê, ji hemû navçeyên din ên Sûriyê aramtir û ewletir bûn.



Cîgirê Desteya Kar û Karûbarên Penaberan li Rêveberiya Xweser, Mehmûd Ibrahîm Kerro ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku berî destpêkirina Operasyona Dêre Zorê û hevdem ligel Operasyona Reqayê, 250 hezar welatî ji navçeyên Reqa û derdorê koçber bûn û piraniya wan li navçeyên Cizîrê û hejmarek ji wan jî, li nav kampan bicih bûn.



Mehmûd Kerro nîşan bi wê yekê da, ku li gorî texmînên taybet, piştî Operasyona Dêre Zorê, hejmara koçberan bilind bû heta gihişte nêzîkî 450 hezarû heta 500 hezar koçberî, ku gelek ji wan li navçeyên ser bi Hesekê û Qamişlo niştecî bûne, lê dibe ku di dema bê de, amarên rasteqîne bêhtir bêne zelalkirin û ragihandin.



Zanyariyên taybet bi Tora Medyayî ya Rûdawê, nîşanê bi wê yekê didin ku rêjeya koçberan, li gorî nişteciyên resen ên Cizîra Rojavayê Kurdistanê, gihiştiye nêzîkî ji sedî 15, lê ev rêjeya ku ji aliyê berpirsekî ve hatiye bidestxistin, heta niha bi fermî ji ti aliyekî ve nehatiye piştrastkirin.



Ji ber ku cih û warên resen ên wan koçberan hêj ne ewle ne, ne jî ji aliyê xizmetguzarî û jêrxaneyê ve amade ne, piraniya wan koçberan naxwazin yan nikarin vegerin wan navçeyan.



Beşekî mezin ji koçberan jî, li navçeyên Rojavayê Kurdistanê bicih bûne, êdî hinek lêkoler dibînin ku ev rewş metirsîdar e, ku guhertineke demografîk li deverê pêk tê, bi taybetî piştî koçberbûna rêjeyeke mezin ji Kurdên Rojavayê Kurdistanê bo derveyî welat.

Rudaw
Top