• Friday, 13 February 2026
logo

Pêşmerge li herêmên kurdî yên sînorê Mûsilê roleke giring dibîne

Pêşmerge li herêmên kurdî yên sînorê Mûsilê roleke giring dibîne
Berpirsê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Mûsilê Elî Xelîl Bêtkarî aşkere kiriye roleka giring a Pêşmergeyan li herêmên kurdan ê li sînorê Mûsilê dibîne.

Elî Xelîl Bêrkatî ji BasNewsê ra axiviye û gotiye:”Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê li sînorê Mûsilê û herêmên kurdan ê derveyî îdareya Herêma Kurdistanê roleke giring dibîne. Bi taybetî li Şingalê û Bendava Mûsilê. Divê ew vegerin cihên xwe yên berê.”

Di berdewamiya axaftina xwe da Elî Xelîl Bêrkat neramî û rewşa aloz a Mûsilê jî bi bîr xist û wiha got: “Nêzîkî heşt hêzê ciyawaz li Mûsilê hene. Ev yek jî kêşeyan bo Mûsilê durist dike. Artêşa Iraqê, Polîsê Federal Heşdî Şabî, Esaîb, hêzên milis û yên din ev yek kêşeyê bo xelkê saz dike.”

Demeke tevgera DAIŞê li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê zêde bûye. Ligel wê yekê jî li herêmên kurdan ê derveyî îdareya Herêma Kurdistanê zeviyên cotkarên kurd dihêne şewitandin û hewl dihête dayîn kurd ji gundên xwe derkevin û ereb li şûna wan bihêne bi cîkirin. Şîrovekarên siyasî di wê baweriyê da ne heta Pêşmerge venegerin herêmên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê aramî li herêmê pêk nayê.

Basnews
Top