Pêşmerge li herêmên kurdî yên sînorê Mûsilê roleke giring dibîne
Elî Xelîl Bêrkatî ji BasNewsê ra axiviye û gotiye:”Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê li sînorê Mûsilê û herêmên kurdan ê derveyî îdareya Herêma Kurdistanê roleke giring dibîne. Bi taybetî li Şingalê û Bendava Mûsilê. Divê ew vegerin cihên xwe yên berê.”
Di berdewamiya axaftina xwe da Elî Xelîl Bêrkat neramî û rewşa aloz a Mûsilê jî bi bîr xist û wiha got: “Nêzîkî heşt hêzê ciyawaz li Mûsilê hene. Ev yek jî kêşeyan bo Mûsilê durist dike. Artêşa Iraqê, Polîsê Federal Heşdî Şabî, Esaîb, hêzên milis û yên din ev yek kêşeyê bo xelkê saz dike.”
Demeke tevgera DAIŞê li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê zêde bûye. Ligel wê yekê jî li herêmên kurdan ê derveyî îdareya Herêma Kurdistanê zeviyên cotkarên kurd dihêne şewitandin û hewl dihête dayîn kurd ji gundên xwe derkevin û ereb li şûna wan bihêne bi cîkirin. Şîrovekarên siyasî di wê baweriyê da ne heta Pêşmerge venegerin herêmên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê aramî li herêmê pêk nayê.
Basnews
