Amerîka: Tirkiye yek bijarde heye, ne dû!
Nûnerê Amerîkayê yê li NATOyê Kay Bailey Hutchison, hişyarî dide Tirkiyê. Li gor nûnerê Amerîkayê, Tirkiye nikare bibe him xwediyê balafirên F35 û him jî xwediyê mûşekên S400. Nayê qebûlkirin mûşekên S400 û balafirên F35 di bin yek fermana leşkerî de kar bikin.
Divê Tirkiye hilbijartinek bike û eger heye Enqere balafirên F35 ji dest bide.
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan duhî gotibû: Ew ji kirîna S 400an gav paşde navêjin.
k24
