• Saturday, 14 February 2026
logo

Serok Barzanî û Mesrûr Barzanî serdana Xazirê kirin

Serok Barzanî û Mesrûr Barzanî serdana Xazirê kirin
ji nêz ve ji rewşa hêzên pêşmerge pirsîn
Îro roja dudiyan ya cejna Remezanê, Serok Barzanî û Mesrûr Barzanî bihevre serdana hêzên pêşmerge li mihwera Xazirê kirin.

Di vê serdana han de Serok Barzanî û Mesrûr Barzanî pîrozbayî li hêzên pêşmerge kirin û cejna wan pîroz kirin.

Herwiha di civîn û giftûgoyên vekirî de Serok Barzanî û Mesrûr Barzanî yek bi yek li gel pêşmergeyên di mihwerê de axefîn û rewşa wan pirsî.

Hêzên pêşmger jî bi serdana han gelek kêfxwe bûn û pîrozbayiyên xwe pêşkêşî gelê Kurdistanê kirin.

Top