Rêveberiya Xweser 8 welatiyên Amerika radestî welatê wan kir
Peyvdarê Desteya Pêwendiyên Derve yê Rêveberiya Xweser Kemal Akif di daxûyaniyekê de ragihandiye, ku li ser daxwaza îdareya Amerîkî Rêveberiya Xweser du jinên Amerîkî digel 6 zarokan, ku malbatên çekdarên DAIŞê bûn radestî welatê wan kir, ku dê ji bo Amerîkayê bêne veguhestin.
Berî çend rojan jî, Rêveberiya Xweser 5 zarokên Norwecî yên sêwî, ku zarokên çekdarên DAIŞê bûn radestî welatê wan kiribû.
K24
