Hekîm: Arîşeyên Hewlêr û Bexdayê yekîtîya axa Iraqê dixe metirsîyê
Umar El Hekîm, serkirdeyê Rewta Hikme ya Nîştîmanî, di gotara nimêja Cejna Remezanê da tekez kir li ser çareserkirina arîşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de.
Hekîm ragehand: “Divê di dema dahtî de hikumetên Iraqê û Herêma Kurdistanê peywendîyên xwe careka din rêkvein û dosêyên xwe çareser bikin.
Hoşdarî jî daye li ser rûdanên dawî û gotiye heger herdû alî arîşeyên çareser nekin, bi gef û metirsî li ser yekêtîya axa Iraqê daye zanîn.
Piştî heriftina rijêma Sedam, gelek arîşe di navbera Hewlêr û Bexdayê de bê çareserî mane wek arîşeya devrên Kurdistanî li derveyê rêveberîya Herêmê, arîşeya petrolê û bicinekirina destûrê.
Basnews
