• Friday, 13 February 2026
logo

Hekîm: Arîşeyên Hewlêr û Bexdayê yekîtîya axa Iraqê dixe metirsîyê

Hekîm: Arîşeyên Hewlêr û Bexdayê yekîtîya axa Iraqê dixe metirsîyê
Serkirdeyê Rewta Hikme ya Nîştîmanî ya Iraqê Umar El Hekîm dibêje: “Bo parastina yekêtîya axa Iraqê divê arîşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê bihên çareserkirin.”

Umar El Hekîm, serkirdeyê Rewta Hikme ya Nîştîmanî, di gotara nimêja Cejna Remezanê da tekez kir li ser çareserkirina arîşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de.



Hekîm ragehand: “Divê di dema dahtî de hikumetên Iraqê û Herêma Kurdistanê peywendîyên xwe careka din rêkvein û dosêyên xwe çareser bikin.



Hoşdarî jî daye li ser rûdanên dawî û gotiye heger herdû alî arîşeyên çareser nekin, bi gef û metirsî li ser yekêtîya axa Iraqê daye zanîn.



Piştî heriftina rijêma Sedam, gelek arîşe di navbera Hewlêr û Bexdayê de bê çareserî mane wek arîşeya devrên Kurdistanî li derveyê rêveberîya Herêmê, arîşeya petrolê û bicinekirina destûrê.

Basnews
Top