• Friday, 13 February 2026
logo

Agir bi dexl û danê du gundên Mexmûrê ket

Agir bi dexl û danê du gundên Mexmûrê ket
Piştî şewitandina ceh û genimê cotkarên Kurd li Sergeran û Pirdê yên ser bi Kerkûkê ve, genimê du gundên Mexmûrê jî hatin şewitandin.

Li gor zanyariyên K24ê, şeva bûrî agir bi ceh û genimê her du gundan Palaniyan û Giresorê yên nêzîkî Mexmûrê ker û bi dehan Donim zeviyên cotkaran hatin şewitandin.

Heta niha sedema pêketina agir neyê zanîn, lê ew navçeyên agir bi ceh û genimên Kurdan dikevin, navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ne û ew navçe niha rastî proseyeke erebkirin tê û malbatên Ereb li wir tên bicihkirin.

Di salên pêştir de û dema ew navçe ji aliyê Pêşmergeyên Kurdistanê ve dihatin kontrolkirin, agir bi zevî, ceh û genimên xelkê nediket, ji ber wê cotkarên Kurd gûman dikin ku desteke reş di pişt şewitandina zeviyên wan hebe.

K24
Top