HSD operasyonan li dijî şaneyên veşartî encam dide
Vê yekê kir, ku HSDê odeyek operasyonan dijî wan şaneyên veşartî yên DAIŞê saz bike û di 15ê Gulana borî bi rêya grûpên cuda yên şervanan, hêzên taybet, asayîş û îstixbaratê operasyonên pişkinînê dan destpêkirin.
Fermandarekî HSDê ragihand, wan di operasyona dawiyê de 72 kîlo meter ducar kontrol kirine ku di encamanê de 51 çekdarên DAIŞê girtine.
Fermandarê opersyona HSDê Hac Ebû Salih dibêje: “Bi navê Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûryeya Demokratîk û herdû Encûmenên Şeddadî û Kesre, hêzên me yên qehreman di meha Gulanê de, dest bi operasyonek pişkinînê dijî şaneyên DAIŞê kirin. 2 hezar û 200 şervanên HSD-YPJê, 300 endamên Asayîş, Polîsên Leşkerî û îstixbaratê, ku li ser 16 grûpan hatibûn dabeşkirin, her grûpek 150 heval bûn. Karîn 72 kîlo metreyên duca pişkinîn bikin.”
Li gor berpirs û fermandarên HSDê, wan karî bi alîklariya xelkê navçeyê, rê bibin ser cih û tûnêlên şaneyên veşartî yên DAIŞê, û piştre gelek çekdar û gumanlêkiriyan tev çekên wan desteser bikin.
Fermandarê opersyona HSDê Hac Ebû Salih herwiha got: “Di dema operasyona pişkinînê de, me karî 500 çewlîk û gundan ji dest şaneyên DAIŞê rizgar bikin, herwiha me 51 çekdar û gumanlêkirî girtin. Hevdem me gelek çekên cor bi cor jî desteser kirin.”
Li gor Rêveberê Ofîsa Ragihandina HSDê Mistefa Balî, di dema dawî de xelkê bajarokê Şihêl ê rojhilatê Dêre Zorê bi piştîvaniya hikûmeta Sûriyê xwepêşandan dijî wan kiribûn, ji ber bi gotina navborî, HSDê karî grûpekî gelekî girîng û tundrew li Şihêl bigirin, ku ewlekariya navçeyê têk dabû.
Rudaw
