• Friday, 13 February 2026
logo

Fermandarê Pêşmerge: Civîna Hewlêr û Bexdayê ya li ser pirsa emnî giring e

Fermandarê Pêşmerge: Civîna Hewlêr û Bexdayê ya li ser pirsa emnî giring e
Cîgirê Serfermandarê Giştî yê Hêza Pêşmerge Salar Mihemed Cebarî aşkere kiriye bername heye hemehangî di navbera Hewlêr û Bexdayê da durist bibe di warê serbazî da bihê pêk anîn. Herwiha civîna Hewlêr û Bexdayê ya li ser pirsên emnî jî bi giringî wesif kir.

Salar Mihemed Cebarî derbarê civîna Hewlêr û Bexdayê da ji BasNewsê ra axivî û got: “Gelek giring e ku hemahengiya di navbera Artêşa Iraqê û Hêza Pêşmerge da bihê çalakkirin. Herwiha gelekî giringe civîneke di asta bilinda derbarê kêşeyên vê dawiyê yên Kerkûk, Mexmûr û herêmên din di navbera Hewlêr û Bexdayê da pêk were. Ez di wê baweriyê da me Bexda jî gihiştiye wê qeneatê ku heta Pêşmerge venegere wan herêman aramî û seqamgîrî li wan herêman jî peyda nabe."

Basnews
Top