Fermandarê Pêşmerge: Civîna Hewlêr û Bexdayê ya li ser pirsa emnî giring e
Salar Mihemed Cebarî derbarê civîna Hewlêr û Bexdayê da ji BasNewsê ra axivî û got: “Gelek giring e ku hemahengiya di navbera Artêşa Iraqê û Hêza Pêşmerge da bihê çalakkirin. Herwiha gelekî giringe civîneke di asta bilinda derbarê kêşeyên vê dawiyê yên Kerkûk, Mexmûr û herêmên din di navbera Hewlêr û Bexdayê da pêk were. Ez di wê baweriyê da me Bexda jî gihiştiye wê qeneatê ku heta Pêşmerge venegere wan herêman aramî û seqamgîrî li wan herêman jî peyda nabe."
Basnews
