Beşîr Hedad: Piştî pêkanîna hikûmetê şandeka Kurdistanê diçe Bexdayê
Cîgirê serokê parlementoya Iraqê Beşîr Hedad, îro piştî nimêja cejna Remezanê li Hewlêrê, ji televîzyona K24 re ragihand, piştî pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê şandeka pilebilind ya Kurdistanê dê serdana Bexdayê bike.
Beşîr Hedad da zanîn, ew şanda Kurdistanê dê bo çareserkirina arîşe û pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de bi rayedarên hikûmeta Iraqê re hevdîtin bike da ku ew pirsgirêk bi yekcarî bên çareserkirin.
Basnews
