• Friday, 13 February 2026
logo

Wezîrê Navxweyî Soylu li bajarê xwe Trabzonê hate şermezarkirin

Wezîrê Navxweyî Soylu li bajarê xwe Trabzonê hate şermezarkirin
Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Silêman Soylu, li bajarê xwe Trabzonê hat şermezarkirin. Welatiyên li balefirxaneya Stenbolê bo pêşwazîkirina Ekrem Îmamoglu hatibûn, di dema daketina Silêman Soylu de bi diruşm û gotinan ew şermezar kirin.

Silêman Soylu dibêje, ew li ser rêya Serokomarê Tirkiyê berdewam dibe, heta niha tu şaşî nekirin e û tu gef û şermezarî, wî ji rêya wî venagerîne.

Silêman Soylu got:

"… Îro vê sibê li vê derê bi bûyereke xemgîn re rûbirû mam. Ez serê sibê li çiyayê Katoyê bûm. Pişt re derbasî Şirnexê bûm û ji balefirgeha Cizîrê hatim vê derê, Trabzonê.

Dema em ji balefirgehên derketin, şanda ku pêşwaziya namzetê CHPê bike li wê derê bû. Yekî ji wan got, "Biaqil be Silêman Soylu". Heşê min li serê min e. Lê ez ji hemêza Selahedîn Demîrtaş nehatime vê derê. Ez ji çiyayê Kato hatime. Tu şaşiya me hember welat û welatiyan nebûye. Kî bêrêzî bike, gef bixwe jî ez ji vê rê venagerim. Ez gelek dilgiran im. Lê ez nakevim lîstik û sorkirinan."

Derveyî soz û plan û projeyan, beşeke bangeşeyê di ser reşkirinan re derbas dibe.

Rayedar û medya AK Partiyê, namzetê CHPê Ekrem Îmamoglu bi Pontus û Rûm binav dikin û dibêjin, medya Yunanistanê wî wek zarokê xwe ji xwe dibîne.

Şareza dibêjin, nerazîbûna şêniyên Trabzonê ya hember Silêman Soylu ji ber vê yekê ye ku, ew jî ji Trabzonê ye, lê hember vê reşkirinê tiştek nabêje, helwest nagire. Hemû şêniyên Trabzonê xwe di bin tometan de dibînin ku, wek Rûm û Pontus tên binavkirin

K24
Top