• Friday, 13 February 2026
logo

Xortekî Kurd ê Êzidî ji aliyê leşkerên Tirkiyê ve hat kuştin

Xortekî Kurd ê Êzidî ji aliyê leşkerên Tirkiyê ve hat kuştin
Li gundekî girêdayî Zaxo li ser sînorê di navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê de, xortekî Kurdê Êzidî bi gulleyên leşkerên Artêşa Tirkiyê hate kuştin.


Li gundê Rebenga yê Zaxoyê sê xortên Kurdên Êzidî ber guleyên dikevin. Yek ji wan Emîn Salih ku ji ber êrîşa çekdarên DAIŞê di sala 2014an de koçber bibû, li ser sînorê di navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê de hate kuştin.


Rêveberiya Kampa Çemişko dibêje, ev cara yekê ye ku tiştekî wisa çê dibe, ku koçberekî nav wê kampê ji aliyê leşkerên Artêşa Tirkiyê ve bê kuştin.

Hevalê Emin Salih ê bi navê Hisên Elî dibêje: “Gule ji aliyê Tirkiyê ve dihatin û li otomobîlê ketin. Guleyek ji wan li hevalê me ket. Em nêzîkî saetekê di nav otomobîlê de man, me nekarî em derbikevin.”

Kesûkarê wî Leylo Siro jî dibêje: “Hefy bû, heta tu bibêjî heyf bû. Li ser çi hat kuştin! Dijmin bû, rez an pezê wan biriye, bo çi hat kuştin!”

Li Kampa Çemişko ya Zaxo amadekarî bo tazyê têne kirin, heta ku malbata Emîn Salih ji Şingalê vegere ku cenazeyê wî li wê derê were veşartine.

Kesûkarên Emîn Salih jî dibêjin ew ji aliyê leşkerên Tirkiyê ve hatiye kuştin.

Mîrza Omer jî got: “Heroj Tirkiye diberde me, ne hikûmeta Iraqê û ne ya Herêma Kurdistanê alîkariya me nake. Nêzîkî 1000 koçberan awareyan li vê derê dijîn. Em hejar in.”

Kampa Çemişko ku yek ji mezintirîn kampa Kurdên Êzidî ye li parêzgeha Duhokê kurdên êzdî li 26 hezar koçber hene, ku ew bi tevahî xelkê Şingalê û derdora wê ne.


Rudaw
Top