• Friday, 13 February 2026
logo

PDKê êrişên medyayî dan sekinandin

PDKê êrişên medyayî dan sekinandin
Partiya Demokrat a Kurdistanê bi fermana Serok Barzanî, hemû cûre gotar û nivîsên tûnd ragirtin.

Peyvdarê Partiya Demokrat a Kurdistanê Mehmûd Mhemed di daxûyaniyekê de eşkere dike, tevayiya êrîşên ragihandinê, ku dibin sedema duristbûna alozîyan, li tevayiya damûdezgehên Partiyê hatin ragirtin. Di daxûyaniya Peyvdarê Partî de hatiye, ku ev rewş a hestyar, navçe û Iraq bi giştî û Kurdistan bi taybet seqayek aram û xweragiriyek zêdetir dixwaze.

Peyvdarê PDK weha got, Bi mixabinî ve, piştî gotar û nivîsandinên çend kesên pilebilind û beşek ji medya ya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê, ku bi zimanek tûnd û dûr ji etîkêta siyasî û ragihandinê êrîşî kesayetî û Partiya wan kirin e, girjî di ragihandinê de durist bûye.

Ji bo berjewendiya giştî û bi biryara Serok Barzanî, ji bo xizmeta prosêsa siyasî û herêma Kurdistanê, bo nehiştina dilgiraniya welatiyan û bi hatina Cejna Remezanê, dê hemû cûre gotar û nivîsên tûnd, ku jê re tê gotin, êrîşên ragihandinê, li tevayiya damûdezgehên Partî bi şêweyek yekalî dê werin ragirtin.

Waar.tv
Top