• Friday, 13 February 2026
logo

Adil Ebdulmehdî pîrozbayî li Nêçîrvan Barzanî dike

Adil Ebdulmehdî pîrozbayî li Nêçîrvan Barzanî dike
dibêje ev bi hilbijartina we kêfxweşim
Serokwezîrê Îraqê Adil Ebdulmehdî nameyek pêşkêşî Serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kiriye û têde jiber hilbijartina vî bo postê Serokatiya Kurdistanê, pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Nêçîrvan Barzanî kiriye.

Ebdulmehdî di nameya xwe de jiber cejna remezanê jî pîrozbayî pêşkêşî Serokê Kurdistanê kiriye û nivîsandiye; Pîrozbayî li we dikim û hêviya serkeftinê di pîwerdariya nû de ji we re dixwazim û hêvî dikim bo bidest anîna daxwazên reva yên gelê me yê hêja de serkeftî û serfiraz bin.

Ez pişt rastim ku bi wergirtina postê han ji aliyê we ve, vê têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê bi awayekî baş pêş dikevin û ev yek jî bnadoreke baş li ser rewşa abûrî û ewlekariya welat dike.

K24
Top