• Saturday, 14 February 2026
logo

Serokwezîrê Iraqê biryareke nû ji bo Kerkûkê da

Serokwezîrê Iraqê biryareke nû ji bo Kerkûkê da
Hikûmeta Iraqê, desthilata cîbicîkirina projeyên weberhênanê li Kerkûkê da Parîzgarê bi wekalet yê wê parêzgehê, Rakan Cibûrî.



Encûmena Wezîrên Iraqê îro bi serokatiya Adil Ebdullmehdî civiya û têde biryarek nû li ser parêzgeha Kerkûkê da.



Ofîsa Serokwezîrê Iraqê daxuyaniyek belav kir û têde ragihand: “Encûmena Wezîran razî bûye li ser pêdana desthilatê bi parzgarê bi wekalet ê Kerkûkê, ji bo pejirandina projeyên weberhênanê li Kerkûkê.”



Endamê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê, Ehmed Eskerî dilgiraniya xwe li hember wê biryarê nîşan da û got: “Encamên wan projeyên Kerkûkê dikeve stûyê Rakan Cibûrî, û em ne berpirs in li hemebr wan encaman, lê belê em weke Encûmena Parêzgehê dê lidûvçûn û çavdêriyê bikin û dê kêmasiyan diyar bikin.”



Encûmena Parêzgeha Kerkûkê çend caran hewl da, derbarê planên projeyên wê parêzgehê de bicive, lê belê ji ber nakokiyên aliyên siyasî encûmenê nedikarî rêjeya yasayî bo encamdana civînê temam bike, lewma hewlên jibo sazkirina wan civînan şikest xwarib.



Piştî şikesta wan hewlên encûmenê, Parêzgarê Kerkûkê yê bi wekalet Rakan Cibûrî daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir ku desthilata cîbicîkirina planên parêzgeha Kerkûkê bide wî.



Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, kontrola parêzgeha Kerkûkê bi temamî kete destê hêzên hikûmeta navendî ya Iraqê û Bexdayê piştî dûrxistina Necmedîn Kerîm, Rakan Cibûrî kire parêzgarê Kerkûkê.

Rudaw
Top