• Friday, 13 February 2026
logo

Dadgeha Diyarbekirê, kar dike daku Perwîn Buldan û Feleknaz Uca werin rakirin

Dadgeha Diyarbekirê, kar dike daku Perwîn Buldan û Feleknaz Uca werin rakirin
Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê, jibo ku parêznameyên Parlamenterîya Perwîn Buldan û Feleknaz Uca werin rakirin, biryarnameyek amade kir.

Serdozgerî di biryarnameyê de dîyar kir: Hevseroka HDPê Perwîn buldan û Parlamentera HDPê Feleknaz Uca, roja 23ê Gulana 2018ê daxûyaniyek di derbarê çareseriya pirsa Kurd de, ragihandine.

Li gorî biryarnameyê, daxûyanî bi zimanê Tirkî û Kurdî hatiye xwendin ku pesna tawanan û tawanbaran dike.

Serdozgeriyê Biryarname Şand Parlamena Tirkiyê û diyar dike: Parlamenter Perwîn Buldan û Feleknaz Uca di daxûyaniya xwe de pesna Abdullah Ocalan dane û çalakiyên wî rewa nişandane.

Dozgerî, ji serokê parlamenê dixweze li gorî destura bingehîn ya Tirkiyê Xala 83ê, parêzbendiya ser herdû parlamenteran rabikin.

K24
Top