• Friday, 13 February 2026
logo

Heşdî Şeibî endam û alîgirên PDKê li Xursabadê digre binçava!

Heşdî Şeibî endam û alîgirên PDKê li Xursabadê digre binçava!
Berpirsê lijneya navçeya PDKê li Xursabad a ser bi parêzgeha Mûsilê diyar kir, gelek rewşên girtina alîgirên PDKê li Xursabadê hatine tomar kirin û Heşdî Şeibî berdewam endam û alîgirên PDKê digre.

Berpirsê lijneya navçeya PDKê li Xursabad a ser bi nahyeya Başîkê ya girêdayî parêzgeha Mûsilê Hebîb Kakeyî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Heşdî Şeibî vê dawiyê gelek caran heval û alîgirên PDKê girtin û lêkolîn û lêpirsîn li gel wan dike û heman rojê de jî azad dike. Herkesekî ku tê girtin û girêdayî PDKê be çend demjimêran digre û lêkolînê li gel dike û piştre Heşdî Şeibî azad dike. Heşdî Şeibî vê yekê dike ku alîgirên PDKê bitirsin û xelk dûrî PDKê bikeve. Bi tometên cuda heval û alîgirên me yên PDKê li Xursabadê tên girtin. Heşdî Şeibî binke û xalên xwe danîne hemû hewldanan dikin ku rêgiriyê li heval û alîgirên PDKê bike.’’

Herwaha got: ‘’Em wisa dibînin ku Heşdî Şeibî dixwaze heval û alîgirên PDKê bitirsîne ku ji partiya xwe dûrbikevin. Lê xelkê me berdewam peyvendiyê bi me re dikin û li bendê ne em wegerin Xursabadê û ewlehî jî li deverê nemaye û xelk nikare bi azadî ti tiştekî bike.’’

Basnews
Top