Civata serkirdatîya PDKê li Kerkûkê ragihandinek belav kir
Di beyanameyê de hat ragehandin: ‘’êrîşên terorîstan ên li hember hemwelatiyên bêguneh ên Kerkûkê em şermizar dikin û ew bûyerên vê dawiyê ve rewş geheştiye astekî metirsîdar.’’
Encûmena rêveberiya PDKê li Kerkûkê got, şewitandina dexil û danê hemwelatiyan û teqîn amaje ye bo rewşa ewlehiyê ya kawilbûyî û hemû pêkhate dibin armanca êrîşan.
Beyanameya encûmenê de tê gotin, bûyerên terorîstî wek hewldaneke bo bidestxistina armancên siyasî yê çend aliyekan û nebûna hêzeke ewlehiyê ya bihêz jî dibe bingeh bo serî rakirina terorê.
Encûmena rêveberiya Kerkûk – Germiyanê ya PDKê bo çareseriya vê rewşa xirab a Kerkûkê jî dibêje, pêwîstî bi hemahengiya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û artêşa Iraqê heye.
waar.tv
