• Saturday, 14 February 2026
logo

Rê bi rêveberiya Şingalê nayê dan ku vegere navçeyê

Rê bi rêveberiya Şingalê nayê dan ku vegere navçeyê
Hikumetî Iraqê du car hewl daye qeymiqam û îdareya yasayî bo Şingal vegere, lê hinek hêzên çekdar û hinek xelkê herêmê nehiştine desthilatdariya yasayî vegere Şingalê.

Xelkê Şingalê ji rewşa heyî ne razî ne, ji 16 Cotmeha 2017an ve 2 îdare li Şingalê hatine danîn, yek ser bi Bexda ye û ya din jî ser bi Heşda Şeibî ye, herdû îdare jî xwedî milîs û hêzên serbazî ne. Lê ew kesên ku herî zêde ziyanê dibînin Şingalî ne, niha derdora 18 hezar malbat vegeriyane wê qezayê, lê ne xizmetguzarî, ne îdareyeke rasteqîn û ne asayîş û aramî heye.

Serokê Encûmenî Parêzgeha Neynewayê Seydo Çeto dibêje: “Îdareke ne rewa li navçeya Şingalê peyda bûye. Eger îdareyeke rewa hebûya, rêxistinên navdewletî, hikûmeta Iqaqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê jî dê ligel danûstandin bikira û xizmetguzarî pêşkeş bikira. Ji ber nebûna xizmetguzariyan ji sedî 85ê xelkê navçeyê hêj koçber in.”

Piştî bûyerên 16ê Cotmehê Heşda Şeibî li navçeya Şingalê îdarek daniye.

Rêvebirê Nahiya Sinûnê Xudêda Çûkî jî got: “Em ne bi zor û şer hatine vir. Ev kursiyê xulamtiyê ye, kî bê vê derê xizmetê bike xelkê vê derê dê wî qebûl bike.”

Nêzîkî 19 hezar malbat vegeriyane navçeya Şingalê û beşeke ji wan ji herdu idareyên navçeyê dilgiran in.

Kurdê Êzidî Sifrî Hejî jî got: “Di navbera herdu hikûmetan de tehda li me dibe. Îdareyek nîne û kesik nîne alîkariya me bikin. Em dixwazin îdare çêbebe.”

Ev çar sal in ji sedî 85 xelkê Şingalê li deverên Duhokê koçber bûne.

Rudaw
Top