Ji Parlamentoya Kurdistanê daxwazek ji rêveberiya siyasî ya Kurdistanê tê kirin
Lijneya kiştûkal û avê li parlamentoya Kurdistanê got, ‘’Em bi tundî vê zulm û kawilkariyê, dijatiyê, karê qirêj û xirap şermizar dikin ku li Kerkûk, Dîbege, Mexmûr û çend navçeyên din ên Kurdistanê pêktê dikin. Mixabin bi temamî ked vala diçe, hemû westandin û xwîdana eniya tekoşîna salekî ya birayên yên cotkar û karker bi şewitandina dexil û dan û genim û cehê salekê, ango berhemên kiştûkaliya salekê tê şewitandin û em vê yekê şermizar dikin ku li navçeyên derveyî îdareya herêma Kurdistanê pêktên.
Basnews
