Li Reqayê teqîn.. 10 kes hatin kuştin
Peyamnêrê K24ê da zanîn, şeva bûrî 2 teqîn li nava li bajarê Reqayê hatin kirin, teqînek bi riya otombîleke bombebarkirî li nêzîkî fulka Neîm û ya din jî bi riya bombeyeke vedayî li pêşiya deriyê parka Reşîd bû.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, di encama her du teqînan de, 10 kes hatin kuştin û nêzîkî 20 kesan jî birîndar bûn. Da zanîn jî, ji kesên hatine kuştin 5 şervanên HSDê bûn, 5 jî kesên sivîl bûn.
Rewangehê amaje bi wê yekê jî kir, li Reqayê şeva bûrî şer û pevçûn di navbera hêzên asayişê û HSDê ji aliyê ve û çekdarên DAIŞê ji aliyekî din ve derket û di encamê de 3 çekdarên DAIŞê xwe teqandin.
HSD di 23ê Adara bûrî de kontrolkirina Baxozê û jinavbirina DAIŞê li rojhilatê Dêrezorê ragihandibû, lê gotibû ku hîna şerê wê li dijî DAIŞê bidawî nebûye û di qonaxa niha de erkê jinavbirin şaneyên nivîstî yên DAIŞê ye.
