• Saturday, 14 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî spasiya parlamenterê AK Partiyê kir

Nêçîrvan Barzanî spasiya parlamenterê AK Partiyê kir
Serokê hilbijartî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasiya Parlamenterê AK Partiyê yê Êlihê Ziver Ozdemir kir ku bi helkefta wekî serokê Herêma Kurdistanê hatiye hilbijartin pîrozbahiyên xwe pêşkeşî Nêçîrvan Barzanî kiribûn.

Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Tiwtterê bersiva peyama parlamenterê AK Partiyê yê Êlihê Ziver Ozdemir da.

Serokê hilbijartî yê Herêma Kurdistanê di peyama xwe ya Tiwetterê de ji bo Ziver Ozdemir dibêje: “Gelek sipas ji bo peyama we. Hewlên me dê berdewam bin ji bo serxistina aştî û tenahiyê ji bo gelê me.”

Ziver Ozdemir jî di peyama xwe pîrozbahiyê de gotibû: “Pîrozbahiyê li Birêz Nêçîrvan Barzanî dikim ku wek Serokê Herêma Kurdistanê hat hilbijartin. Hêvîdar im serokatiya wî ji gelê me û herêmê re bibe sedemê aşîtî û hevkariyê.”

Top