• Saturday, 14 February 2026
logo

PDKê naveroka rêkeftina bi YNKê re belav kir

PDKê naveroka rêkeftina bi YNKê re belav kir
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) naveroka rêkeftina siyasî ya bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) re ya ji bo proseya hikumraniyê, pêkanîna hikûmetê û danîna Parêzgarê Kerkûkê belav kir.

PDK li malpera xwe fermî naveroka rêkeftin û paşkoya wê belav kir û diyar kir, ji ber helwesta YNKê ya 28ê Gulanê û baykotkirina civîna Parlemantoyê û dengnedana di proseya hilbijartina Serokê Herêmê de û girtina bihaneyên dûrî rastiyê derbarê bicihnekirina naveroka rêkeftina ku li ser îmze kiriye û bi taybet jî pirsa çareserkirina pirsgirêkên parêzgeha Kerkûkê û danîna parêzger, ku bi rêkeftineke îmzekirî ya diyar ya her du berêzan Serok Mesûd Barzanî û Kak Kusret Resûl bi armanca çareseriyê her duyan bi hev re ev erk girtibûn stûyê xwe, naveroka rêketinê belav dikin.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand, Polîtburoya YNKê pabendî rêkeftinê ku ji aliyê Nêçîrvan Barzanî û Kusret Resûl ve di 4.3.2019an de li baregaha Polîtburoya YNKê hatibû îmzekirin nebû, ne bi pêkanîna kabîneya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ne bi hilbijartina Serokê Herêmê, ne bi danîna desthilatê bi her du berêzan ji bo çareserkirina pirsgirêkên Kerkûkê û parêzgarê wê û ne bi pabendî bi rêkeftina her du berêzan bi danîna endamê berê yê Polîtburoya YNKê û Damezrênerê Komela Rencberên Kurdistanê Ferîdon Ebdulqadir wek Parêzgarê Kerkûkê bû. Ji ber wê me biryar da deqa rêkeftina siyasî ya di navbera me de û paşkoya wê rêkeftinê ji xelkê Kurdistanê re wek heye belav bikin û bila ew diyar bikin ka kîjan alî bi rêkeftinê pabend nebûye.

Naveroka rêkeftina siyasî ya PDK û YNKê..

1- Her du alî pabendî dibin bi yekîtiya xaka niştiman û berjewendiyên Bilind ên Herêma Kurdistanê û qewareya siyasî û îdarê diparêzin û kar li ser bihêzkirin wan ji aliyê damezrawî û hikumraniyê ve dikin.

2- Her du alî di rêvebirin û bihêzkirina dezgehên destûrî, yasayî û rêveberî yên Herêma Kurdistanê de hevbeşiya rasteqîne dikin, bi awayekî ku desthilat di çarçoveya rewatiyê de bin û ji bo bikaranîna wan jî divê îradeya gel û dezgehên fermî yên yasayî jêderên wan bin.

3- Ji bo birêvebirin û bihêzkirina sîstema bergîriyê û rûbirûbûna metirsiyan û parastina aştî û ewlehiya Herêma Kurdistanê, her du alî bi hev re di riya Hikûmeta Herêmê re hemû hewlên xwe dikin ji bo dubare rêkxistina hêza Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên Asayişa Navxwe, bi awayekî bi temamî yekgirtî bibe û başt rêxistinkirî be û di çarçova dezgehên niştimanî yên pêwendîdar de bin.

4- Her du alî bi tevahiya karînên xwe piştevaniyê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin, ji bo encamdana çaksaziyê, çespandina şefafetiyê, dijayetiya gendeliyê û bihêzkirina rola dezgehên çavdêriyê li Herêma Kurdistanê. Dema pêwîstî bi yasayekê ji bo her pêngavekê di vê çarçovê de hebe, her du alî wek yek tîm di Parlemantoya Kurdistanê de kar ji bo wê dikin, ji bo yasayên pêwîst pesend bikin.

5- Her du alî piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin, ji bo bernameyeke wê ya hevseng û temam hebe ji bo encamdana çalakiyên îdarî li seranserî Herêma Kurdistanê.

6-

A_Her du alî hewil didin di mawê xola pêncê ya parlementoya Kurdistanê de destûrê herêma Kurdistanê temam bikin û xwastên cuda cuda liser sîstemê siyasî bi rêya destûrî û yeksanî bên çareserkirin. diheman dem de herdu alî piştgîriya bernamên çaksaziya merkezî bikin li bin çavdêriya serokê hikumetê de (lamerkeziyeta îdarî) nenavendîtî liser binemayê çemandina destelata bo yekeyên kargêrî bê kar pêkirin.

B_ Ta pejirandina destûrê Herêma Kurdistanê piroje û yasayên ku rehinda neteweyi hene bi yeksanî bên amadekirin, ji wanjî yasaya hilbijartina.

Waar.tv
Top