Mesûd Heyder: Enfala Kerkûkiyan di encama xiyaneta 16ê cotmehê de pêkhat!
Mesûd Heyder di peyamekî kurt a bi serenava ‘’16ê cotmehê xiyanet bû’’ de amaje bi wê yekê dike ku ‘’axaftinên vala û qîre qîre rastiyên dîrokê winda nake.’’
Herwaha got, ‘’Grubekî diyar nîvê axa Kurdistanê radestî Bexdayê kir û Heyder Ebadî jî rêkeftina li gel wan kiribû bicîh neanî û ew bikaranîn bo lewaz kirina nav mala kurd.’’
Mesûd Heyder got, ew grub ‘’Tişta herî rast bikin di vê qonaxê de, daxwaza lêborînê li gelê Kurdistanê bikin e.’’
Mesûd Heyder bi aşkerayî dibêje: ‘’Îro Kerkûk û Kerkûkî careke din tên enfal kirin û ev enfale di encama xiyaneta 16ê cotmehê de pêkhat.’’
Basnews
